Ji QSD'ê peyama salvegera rizgarkirina Reqayê
Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Reqayê peyamek weşand û diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê destketiyên gelê xwe biparêzin.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Reqayê peyamek weşand û diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê destketiyên gelê xwe biparêzin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera 8’emîn rizgarkirina Reqayê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û rola şêniyên Reqayê û eşîran hate vegotin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:
“Di rojeke wekî îro ya sala 2017’an de şervanên me yên QSD’ê û bi hevkariya şêniyên Reqayê û eşîrên resen, efsaneya dîrokî di hafizeya dîrokê de xêz kirine. Ev efsane dê di bîranînên me de her zindî bin. Di vê rojê de hêzên me bajarê Reqayê ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê rizgar kir. Bajarê DAIŞ’ê kiribûn wekî paytext ji xwe re. Wiha jiyan û şaristanî vegeriya bajar û xelkên wê. Niha êdî azad e û dilê wê bi hêviyan lê dide.
Di vê bîranîna bi rûmet de, em hemû şehîdên xwe yên qehreman ên canê xwe ji bo vejîna Reqa ya azad û aram, feda kirin bi rêzdarî bibîr tînin. Em bi rêzdarî şervanên xwe yên QSD’ê ên wateya berxwedan û fedekariyê pêşkêş kirin, pîroz dikin. Di hema demê de em vê rojê li şêniyên Reqa û eşîrên wê yên bi rumet ku bi hêzên me re bûn yek û ev serkeftina dîrokî bi dest xist û rumeta bajar û jiyana azad jê re vejîn kirin, pîroz dikin.
Reqa di bin desthilata rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de bûbû sembola tirs û mirinê. Şêniyên wê di bin nîrê terorîstan, kuştin û wêraniyê de jiyan dikir. Li dijî wan sûcên herî kirêt pêk hatin. Rêxistina terorîst hewl da nasnameya bajar bin erd bike û fikrê xwe yê tarî li ser civaka wê ya dewlemend feriz bike. Ev hewldana wan li beranberî îrdeya azad û bi rumet a xelkên Reqa û hêzên me têk çû. Ji ber gelê Reqa û hêzên me di dilê xwe de rumet û jiyana azad li beranberî fikrê tarî rakiribûn.
Dema Hêzên QSD’ê banga xelkên Reqayê û eşîrên wê yên banga me kirin ku em zulim û qeydan ji ser wan rakirin, pêk anî. Rola eşîran jî di vê xeta rizgarkirinê de diyarker û bingehîn bû. Li bajarên Hesekê û Kobanê civînên li pey hev û şêwir di navbera Şêxeşîr, rûsipî û hêzên me de çêbûn. Eşrîan di wê demê de bangên perdewam ên ji bo tevgera ber bi rizgarkirina wan ve werin avêtin. Bi xurtî jî tevî stratejiya rizgarkirina bajarê xwe bûn.
Ew civîn ne tenê daxuyaniyên bangê bûn, lê belê ew bûn xalên rêxistin, plan û hevdîtinên leşkerî û eşîran bû. Di encamê de planeke temamkirî ya rizgarkirina û tevgerê hate danîn. Ew veguherî sozekê di navbera gel û hêzên wê de. Ji lewma hêzên me biryar da buhayê wê çi dibe bela bibe, ew ê bajar rizgar bikin. Yekîtiya di nav bera eşîran û hêzên me de kevirê bingehîn ên destpêka hemleya rizgarkirina Reqayê bû.
Şerê rizgarkirina Reqayê, şerê herî zehmet ê li dijî terorîstan destpê kir. Şervanên me avahî bi avahî, kolan bi kolan ketin şerê demdirêj. Tê de fedekariya bi xwînê tevlî berxwedanê bû.
Xwîna şervanên me yên herî pspor li ser xaka Reqayê rijiya. Bi xwîna wan berbanga azadiya ji şêniyên Reqayê re hate xêzkirin. Tevî hemû zehmetiyan şervanên me gav paş ve ne avêtin. Tevî hemû qurbaniyan dest ji erkên xwe bernedin. Ji ber baweriya şervanên me pê heye ku parastina mirovan û rumeta wan tişta herî giringe. Bi navê hemû her dayîkekê zarokên xwe winda kiriye, bi navê her jineke li dijî koletiyê li azadiya xwe digere û bi navê her zarokek azadîxwaz, ketin şer.
Rizgarkirina Reqayê ne bûyerke herêmî tenê bû, lê belê serkeftineke cîhanî ya li dijî metirsîtirîn rengê terora tundrew bû. Vê serkeftinê hêviya gelan a berxwedana li dijî terorê li her derekê vejîn kir. Vê gavê isbat kir ku QSD’ê hêza banga gelên xwe pêk anî û DAIŞ’ê li erda wê têk bir. Ev di demekê de pirojeyên din nikarîbûn vê serkeftinê pêk bînin.
Îro û piştî 8 salan hîn jî Reqa bi serbilindî rawestiyaye. Ev bi saya berxwedana zarokên wê, yekîtiya eşîran û hevgirtina wan bi hêzêm me re pêk hat. Tevî hemû hewldanên dijberiyê û tevî hemû pirojeyên hewl didin aramiya herêmên me têk bibin û destkeftiyên me reş bikin, em bi zelalî van xalan destnîşan dikin: Em ê rê nedin careke din terorîst di bin çi nav an şêweyî de derkevin holê, em ê rê nedin dijberên azadiyê bi çarenûsa gelê me bilîzin û em ê tu carî bazaran li ser xwîna şehîdên xwe nekin, rewş û astengî çi dibin bila bibin.
Em vê peyama xwe ji hemû aliyan re pêşkêş dikin; rizgarkirina Reqayê ne şerekî ji rêzê bû. Lê belê soza di navbera QSD’ê, gel û eşîran de bû. Soza mayînde ya ji bo parastina xakê û mirovan bû. Soza ji bo parastina yekitiya gel e. Di heman demê de ya berdewamkirina avakirina siberoja aram a xwe dispêre azadî û avakirinê ye. Em dubare kirêdana xwe ya eşîran û însiyatîfên wan û civînên wan ên berdewam ve girê dikin. Ev dê wek misogeriya sereke ya hemleya rizgarkirinê û avakirina serkeftî ya herêma me be.
Reqa ku rojekê paytexta terorê bû, îro bûye sembola azadiyê û jiyana hevbeş. Bûye nimûneya îradeya gelên tu carî têk naçin. Ev serkeftin dê neyê jibîrkirin. Ji ber ku bi xwîna şehîdên me hatiye xêzkirin. Bi îradeya şervanên me hatiye çêkirin. Bi yekitiya eşîran û gelê me ya li dora QSD’ê mayînde bûye.
Di vê bîranîna pîroz de em soza xwe ya berdewama parastian xak û gelê xwe ji hemû metirsiyan dewam bikin. Em ê li dijî hemû cûreyên fikrê tarî tekoşînê bimeşînin. Em ê destkeftiyên xwe li beranberî hemû zehmetiyan biparêzin.”