Rêyek ber bi Şêxmeqsûdê hate vekirin

Komîteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komîteya Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya Teletê ya ber bi taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê vekirin.

Komîteyên ewlehiyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb (Asayîş) û wezareta hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Telet Eşrefiyê ya diçe taxa Şêxmeqsûdê vekir.

20’ê Cotmehê şandeyek ji QSD’ê û şandeyek ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Tebqayê hevdîtin kiribûn. Her du aliyan rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîqaş kirin û girîngiya çareseriyên aştiyane ku ewlehiya sivîlan mîsoger bike destnîşan kir.

Doh (Sêşem 21 Cotmeh) Hêzên Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşwaziya şandeyek hêzên hikumeta veguhêz kiribû. Her du aliyan pêkanîna bendên peymana Nîsanê nîqaş kir.

7 rêyên sereke hene ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girê dide. Piraniya taxan di 6’ê Cotmehê de hatin girtin. Lê piştî xwepêşandanên gel 3 rê tenê hatibûn vekirin. Îro jî rêya Telet Eşrefiyê hat vekirin. Lê rêya çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Cendûl û rêya Cizîrê girtî ne.