Hêzên Şamê careke din êrîşî Siwêdayê kir, pevçûn qewimî
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekan û dronên bombebarkirî êrîşî herêma Tilal Hedîdê yê Siwêdayê kir.
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekan û dronên bombebarkirî êrîşî herêma Tilal Hedîdê yê Siwêdayê kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên hikûmeta demkî herêma Tîlal Hedîd ê rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên navîn û dronan topbaran û bombebaran kir.
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê jî bersiv da êrîşan û pevçûn qewimî.
Duh derengiya şevê heya berbanga vê sibehê li derdora Siwêdayê pevçûn berdewam kir.