Li Dêrazorê mayîn teqiya: 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Navenda Ragihandina QSDˊê daxuyand ku li gundewarê rojavayê Dêrazorê mayîneke şaneyên DAÎŞˊê çandibû bi erebeyeke hêzên wan de teqiya, di encamê de 2 şervan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama teqîna mayînekê bi erebeya hêzên wan de li gundewarê rojavayê Dêrazorê de 2 şervanên wan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li gundê Hîsan ê herêma Kîsra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên DAÎŞˊê ya terorîst çandibûn, bi erebeyeke hêzên me de teqiya, di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn.

Ev sûcê tirsonak di çarçoveya hewlên rêxistina terorîst ên derbekirina aştiya navxweyî ya li herêmê de pêk tê. Hêzên me li herêma mayîn hatiye çandin û teqiyaye, ji bo şopandina şaneyên terorîst ên berpirsê vê êrêşê, dest bi operasyonên paqijkirina berfireh kir.

Hêzên me diyar dikin ku ew operasyonên xwe li dijî endam û şaneyên rêxistina terorîst didomînin û heta ziwakirin û paqijkirina hemû çavkaniyên wan ên madî û manewî, ew ê bi ser şaneyên terorîst de bigirin."