Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hate ragihandin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Omer ji ber krîza dil şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan Reşîd Omer doh di encama krîza dil de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şehadeta endamekî xwe ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina netewe û civakê derbas kir, radigihînin. Em sersaxiyê ji malbat û hevalên şehîd re dixwazin ku fedakariya wan dê wek ronahiyekê bimîne ku rêya erk û berpirsyariyê ronî dike.”

Her wiha hate gotin: “Şehîd di tevahiya jiyana xwe de nirxên herî bilind ên dîsîplîn û dilsoziya ji bo xebatê temsîl kir. Ew mînakeke pabendbûn û dilsoziya ji bo erkên ku ji wî re hatine spartin bû, heta ku şehîd ket, erkên xwe bi rûmet û baweriya bi pîroziya mîsyona ewlehiyê, pêk dianîn.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Reşîd Omer
Navê Bav: Mihyedîn
Navê Dayikê: Farsa Ehmed
Dîroka Jidayikbûnê: 1990
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo, 15 Mijdar 2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 20 Cotmeh 2025