Li Tebqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
Li bajarê Tebqayê di çalakiya QSD’ê ya bi piştgirya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin.
Li bajarê Tebqayê di çalakiya QSD’ê ya bi piştgirya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîmên Oprasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro (Sêşem) operasyoneke bibandor li bajarê Tebqayê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina serçeteyê xeternak ê şaneyên rêxistina DAÎŞ’ê yê ji bajarê Tebqyê pêk hat.
Operasyon piştî şopandina tevgera terorîst Ehmed Ebdulqadir El Mûsa, pêk hat.
Terorîstê behsa mijarê çavdêriya wergirtin û radestkirina çekan û belavkirina wan li şaneyên terorîst dikir. Her wiha nuqteyên leşkerî yên hêzên me dişopandin.
Di operasyonê de terorîst hat girtin û miqdareke çek û bombeyên destan hatin desteserkirin.
Hêzên me diyar dikin ku dê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst bidomînin û ji bo parastina ewlehiya şêniyan û istiqrara herêmê di nava hewldanan de bin."