Şehîdgeha Minbicê careke din hate xerakirin

Çeteyên dewleta Tirk careke din Şehîdgeha Minbicê xera kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku 8’ê Kanûna 2024’an bajarê Minbicê dagir kir, careke din Şehîdgeha Şehîdan a bajêr xirab kir.

Çeteyan bêrêzî li hemberî cangoriyên şerê li dijî DAÎŞ'ê kiriye û zemînê şehîdgehê û sûrên wê yên derve, deriyên wê yên sereke xirab kirin û talan kirin.

1’ê Nîsanê jî wêneyên şehîdan ên şehîdgehê û kevirên wan rûxandibûn. Di 5’ê Hezîranê de beşeke kevirên zemîna wê hatibûn rakirin û talan kiribûn. Di 12’ê Îlonê de jî kel û pelên şehîdgehê hatibûn talankirin.