Çekdaran li Humsê welatiyek qetil kir

Çekdarên nenas li bajarê Humsê li nêzî mala wî gule li welatiyekî barandin. Çekdaran rê neda şênî wî bibin nexweşxaneyê, ji ber birîna giran welatî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Wirûd -Kolana El Hebal a Humsê çekdarên nenas ên ku li wesayitekê siwar bûbûn gule li welatiyê bi navê Hatim Ebûd barandin. Ebûd li hotêla Sefîr a heman taxê bi şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) re wekî berevan dixebitî.

Hevjîna wî bang li welatiyan kir ku Ebûd rakin nexweşxaneyê, lê kesekî gund neda wê û piştre Ebûd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Ebûd ne girêdayî tu aliyan bû û hat piştrastkirin ku sedema vê sûcê mezhebperestî ye.

Li hemberî vî sûcî şêniyên taxê bertekên nerazîbûnê nîşan da got "Dema tu Elewî bî tu tê hedefgirtin û tu ji bo nexweşxaneyê nayê veguhastin."

Ev demeke ku sûcên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî Elewiyan zêde bûne, nexasim li Humsê û gundewarê wê, bê ku Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê tu biryar û qanûnên darizandinê bide.