Hêzên Şamê bi dronê êrîşî Siwêdayê kirin

Hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, bi drona bombebarkiri êrîşî eniya rojavayê Siwêdayê kir.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "binpêkirineke eşkere" li Siwêdayê kir.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku "Çeteyên terorîst ên girêdayî Şamê bi dronên hewl da êrîşeke tirsonak li dijî sivîlan bi kar bînin û aramiya li hundirê herêmên ewle têk bibin." Fermandariyê diyar kir ku êrîş rageşiyeke xeternak a terorane ji hêla rejîmê ve ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin israra êrîşa wan aliyan nîşan dide û wiha hat gotin, "Desthilat ji bilî zimanê texrîbkirinê, wêranî û êrişa dijî sivîlan zimanek din nizane"

Fermandariyê di dawiyê de got hêzên wan ji bo şer amade ne û bi rêya pergalên şopandin û bersivdana tavilê hewa û bejahiyê dişopîne û çi binpêkirin an jî gef hatin kirin wê bersivên tund bên dayîn.