QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe yê sala 2024’an li Minbicê şehîd bû, eşkere kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe yê sala 2024’an li Minbicê şehîd bû, eşkere kir.
Navenda ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku di sala 2024’an li Minbicê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanê QSD’ê Sîrac Minbic "sala 2024’an, li bajarê Minbicê bi lehengî li ber xwe da û di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû."
QSD’ê sersaxî bo malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan xwest û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê kod: Sîrac Minbic
Nav û paşnav: Fîras Reslan
Navê dayikê: Mula
Navê bav: Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Minbic – 8’ê Kanûnê, 2024