Li Humisê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin qetilkirin

Di êrîşa çekdarî ya li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humisê ya di bin kontrola Hêzên Hikumeta Demkî de, 2 kes hatin qetilkirin.

Hate ragihandin ku 2 çekdarên li ser motorsiklêtekê siwar bûbûn li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humsê, gule li Hisên Îsa Elûş El Yûsif (50) ê Elewî û Fadî Riyad El Etrem (35) ê Xiristiyanî barandin.

Di êrîşê de her du kes bi giranî birîdar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest dan.

Ev sûc beşek ji rêzesûcên berdewam ên li dijî pêkhateyên Sûryeyî li Humsê û gundewarê wê pêk tê. Li hember van sûcan yasa û hesabpirsîn tune ye.