BI DÎMEN

Yûsif Gulo û neviyên wî hatin bibîranîn

Xelkê Qamişloyê, Yûsif Gulo û neviyên wî yên ku bi SIHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin, di 4’emîn salvegera şehadeta wan de hatin bi bîr anî û destnîşan kir ku Yûsif Gulo sembola yekîtiya gelan û di rêya azadiyê de mînaka berxwedan û israrê ye.

Malbata Gulo, şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo di salvegera şehadeta wan a 4ˊan de bi bîr anîn. Merasîma bibîranînê li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê bi tevlêbûna girseyî ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM), hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmarek ji rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên ji pêkhateyên Ereb, Asûrî, Ermen, Suryan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar ên ji tevahî deverên kantona Cizîrê, hat lidarxistin.

Li holê, wêneyên şehîd Yûsif Gulo û wêneyên 15 neviyên wî yên şehîd hatin daliqandin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Yûsif Gulo û têkoşîna wê ya bi salan ji bo parastina doza azadî û rûmetê hat pêşkêşkirin.

Di merasîmê de li ser navê malbata Gulo Rêzan Gulo, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokartîk Hesen Reşo, li ser navê PYDˊê Xerîb Hiso, li ser navê pêkhateya Asûrî Waîl Mîrza, li ser navê pêkhateya Ermenî Îmad Tataryan, li ser navê Kongra Star Bêrîvan Xalid, li ser navê QSDˊê Nûrî Mehmûd, li ser navê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Ferhan, li ser navê pêkhateyan Ereb Ekrem Mehşûş, li ser navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn Dîrok Mela, li ser navê terîqeta Qadiriyê şêx Mihemed El Qadirî, li ser navê TEV-DEMˊê hevserok Remziye Mihemed, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku şehîd Yûsif Gulo nimûneya têkoşerê zana bû ku jiyana xwe ji bo xizmeta civak û doza xwe feda kir, ruxmî zehmetiyan li ser rêça azadiyê meşiya.

Axêveran got Yûsif Gulo ji kesên destpêkê yên welatparêz e ku bi projeya neteweya demokratîk bawer kir û hişmendiya niştîmanî û fikra pêşketî di nava nifşan de belav kir. Bi têkiliyên xwe yên mirovî yên berfireh ku tevahî pêkahteyan li ser bingehên xwişk-biratî û jiyana hevbeş li hev civandin, dihat naskirin.

Hate gotin ku dê mîrasa têkoşînê ya şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî bimîne çiraya ronîkirina nifşên bê û dilzosiya bi wan re berdewamkirina têkoşîna ku di oxira wê de jiyana xwe terxan kirine, ye.

Di dawiya axaftinan de hat diyarkirin ku bi saya vîzyona wê ya kûr û îsrara wî ya nayê şikandin, destkeftiyên werçerxî ji bo şoreş û tevgerê pêşkêş kirin, rê li pêş zarokên xwe û tevahî Kurdistaniyan vekir û fikra tevgera rizgariya Kurdistanê li tevahî welat belav kir.

Piştre peymana sersaxiyê ji hêla rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin.

Di merasîmê de nivîsandina pirtûkekê ku jiyana şehîd Yûsif Gulo û hevrêyê wî Osman Sebrî belge dike, hat ragihandin. Nivîskar û rewşenbîr Ebdû Mexso ew pirtûk nivîsandiye.

Malbata El Hebîb jî mertaleke bibîranîn ku wêneyên şehîdên malbata El Hebîb li ser e, pêşkêşî malbata Gulo kir. Ev yek girêdan û têkelbûna xwîna Kurd û Ereban li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.

Di dawiyê de kesên amade berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û kulîlk danîn ser gorên şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî.

Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed di 9ˊê Mijdara 2021ˊê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, şehîd bûbûn.