QSD: Hêzên me êrîşeke hêzên hikûmeta demkî ya li gundewarê Reqayê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku hêzên wan êrîşeke komên çekdar ên hikûmeta veguhez ya Sûriyeyê li gundewarê Reqayê têk bir û ragihand ku di êrîşê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan bersiva êrîşeke komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Reqayê daye û êrîş têk biriye.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Îro hêzên me li derdor gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê rastî êirşke bêbext a hêzên girêdayî hikûmeta Şamê hatin. Komên çekdar di vê êrişê de balefirên bêmirov ên xwekuj û çekên giran bi kar anîn. Ev êrîş rewşa tevlihev û êrîşkariya komên hikûmeta Şamê nîşan dide. Ev êrişê li dijî ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê pêk tên.

Hêzên me bi berpirsyarî, ev êrişa bêserûber têk birin. Di encama êrîşê de 3 şervanên me bi sivikî birîndar bû, her wiha di nava komên êrîşkar de jî hin kes birîndar bûn. Ev kiryarên bêserûber nîşan dide ku ev alî dixwazin tevlieviyê bikin û hemû hewlên çesipandina aramiyê têk bibin.

Hêzên me bi awayekî berpirsyar bersiva êrişê dan û nehişt ku pevçûn berferhtir bibe, lê dîse em diyar dikin ku em ê li hember van êrîşan bêdeng nemînin û ji bo parstina herêmên xwe çi pêwîst be bikin.

Em bang li aliyên ku va koman birêve dibin dikin ku wan koman û kiryarên wan ên bêsrûber rawestînin, ji ber ku bûne xeter li ser ewlehî û aramiya herêmê."