Hêzên hikumeta veguhêz êriş birin ser Siwêdayê

Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêdayê ragihandin ku wan bersiv dane êrişkariya hêzên Hikumeta Veguhêz.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz de îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta veguhêz di saetên dawîn de êrişên xwe domadin û li eniyên rojavayê Siwêdayê binpêkirin kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên hikumeta veguhêz duh sibeha (15 Mijdar 2025) bi dijwarî û bi awayekî ketober êrişî derdora girtîgeha sivîl kir, di encamê de 2 wesayîtên sivîlan bi zerar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hemwextî êrişa li derdora girtîgehê, bajarokên Necran û Mecdel ên rojavayê bajar dem dem hatin topbarankirin.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî da zanîn ku ji aliyên Mensûra û Rîma Hazir ve jî êriş li ser gelek nuqteyên wan hatine kirin û diyar kir ku armanc ji vê êrişê jî ew e eniyan mijul bike û rêyên ketina herêmê ji xwe re vekin.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku wan bersiva hemû êriş û hewldanên ketina bajarê Siwêdayê têk birin. Her wiha da zanîn ku wê parastinê şêniyên herêmê bidomînin.