Li Şamê teqînên li pey hev çêbûn

Hate diyarkirin ku di teqînên li pey hev ên li herêma Mezê ya Şamê de mirî û birîndar hene. Teqîn li derdora Dibistana 86ˊan, Supermarketa Fadî û Mizgehta El Rehman pêk hat.

Li herêma Mezze ya Şamê beriya çend kêliyan teqînên li pey hev çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê teqîn li derdora Dibîstana 86’an û Supermarketa Fadî pêk hat.

Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hat kirin û hat ragihandin ku li nêzî Mizgefta El Rehman pêk hatiye.

Çavkaniyên herêmî  “Sewt El Asîme" ango “Dengê Paytextê” ragihand ku di encama teqînan de mirî û birîndar hene. Têkildarî bûyerê ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve tu daxuyaniyên fermî nehatin kirin.