Li Şêxmeqsûdê ji bo du şehîdên QSD’ê merasîma xiyabî hat lidarxistin

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yê tevlî merasîma xiyabî ya şervanên QSDˊê şehîd Rûmet Çîlo û Ebdullah Efrîn bûn û soza xwe ya şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên wan dubare kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo 2 şervanên QSDˊê şehîd Rûmet Çîlo (Mihemed Bîlal) ê ku di 18ˊê Sibata 2019ˊan de li Efrînê şehîd bûye û Ebdullah Efrîn (Basil Qasim) ê ku di 17ˊê Adara 2018ˊan de li Efrînê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li dar xist. Merasîm li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê hat organîzekirin.

Di merasîmê de şênî û koçberên Efrînê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Fethî Şêxo Mihemed got her du şehîdan di oxira parastina xakê de canê xwe feda kirine.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zagros soza şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên wan da.

Dûre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi diruşma "şehîd namirin" bi dawî bû.