Li Kobanê imzekirina 3 pirtûkan li dar xist

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Weşanên Şilêr, li bajarê Kobanê ahenga imzekirina 3 pirtûkan li dar xist.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Weşanên Şilêr, li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê ahenga imzekirina pirtûka çîrokan a bi sernavê Lekeya Tirsê ya nivîskar Evîn Teyfor, berhevoka helbestan a bi sernavê Awazên Miştenûrê ya nivîskar Nîviyana Mislim û Romana bi sernavê Roza ya nivîskar Selah Mislim, li dar xist. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aras Hiso  der barê girîngiya çapkirin xwendina pirtûkan de axivî û got:" Di nava civaka Rojhilata Navîn de nivîsandin û xwendin hinekî kême, ji lewra jî ji bo avakirina civakeke zanistî, îmzekirina pirtûkan û zêdekirina berheman, gavekî erênî ye."

Di çalakiyê de komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.

Di dawiya ahengê de nivîskaran pirtûmên xwe imze kirin û diyarî xwêneran kirin.