Rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin

Gundewarê rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin. Der barê windahiyên mirovî de agahî nehatine tomarkirin. Hat diyarkirin ku ev rageşî, bi hewlên ketina li herêmê pêk tên.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, gundê Necran ê gundewarê rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin. Lê tu agahiyên der barê windahiyên mirovî yan jî birîndaran de nehatine bidestxistin. Ev yek binpêkirina agirbestê ye.

Di 2 rojên berê de li gundewarê bakur, rojhilat û bajarê Siwêdayê hêzên hikûmeta demkî û komên çekdar ên girêdayî wê hewl dabû ji gelek eniyan ve bikevin bajarokê Mecdel, lê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiva van hewldanan dabû û di daxuyaniyên xwe yên fermî de diyar kiribû ku zirarên mezin bi êrişkaran û cebixlaneyên wan de bûne.