Li Siwêdayê şer qewimî
Şeva bihurî li gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûnên demkurt çêbûn.
Şeva bihurî li gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûnên demkurt çêbûn.
Şeva bihurî li gundê Necranê yê rojavayê Siwêdayê şer di navbera hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û hêzên Parêzvanên Nîştimanîn yên Siwêdayê de derket. Di şer de çekên giran û navîn hatin bikaranîn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, ji vê sibehê ve bêdengî serwer e û car caran pevçûnên demkurt çêdibin. Hat diyarkirin ku windahiyên mirovî çênebûne, lê zerarên madî çêbûn.
Di 2 rojên dawîn de hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşî gundên bakur û rojhilat û bajarê Siwêdayê kirin û ji çend aliyan hewl dan bikevin bajarokê Mecdel.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî wê demê ragihand ku wan bersiva hewldanan dan û zerar gihandina êrîşkaran.