Elewiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rawestandina êrişan kirin

Elewiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrişên li ser sivîlan ên li Peravê û Hûmsê bikeve nava liv û tevgerê.

Hevserokê Nivîsgeha Koçberên Peravê Hatim Şahîn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tevahî êriş û komkujiyên li dijî Elewiyên li bajarên peravê û bajarê Humsê hat kirin.

Di daxuyaniya Elewiyan de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin li dijî hemû kesan, bi taybet jin û zarokan pêk tên û bang kir ku divê tevahî girtî û revandî demildest werin berdan û sûcdarên werin darizandin.

Elewiyan bang li tevahî dewletên Ereban, NY, dewletên ewropî û raya giştî kir ku zextê li hikumeta veguhêz bikin ku van sûcan bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de Elewiyan got daxwaza wan avakirina Sûriyeyeke federal-nenavendî ye ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî werin mîsogerkirin.