Bloka Niştimanî ya Sûriyeyê: Em piştgiriyê didin xwepêşandanên aştiyane

Bloka Niştimanî ya Sûriyeyê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên aştiyane yên li bajarên Sûriyeyê re ragihand. Blokê bang kir ku ev xwepêşandan ji çarçoveya niştimanî ya giştî dernekevin û ji bo fîtne û dabeşbûna taîfî neyên bikaranîn.

Bloka Niştimanî ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên aştiyane re, yên ku li Laziqiyê, Ceblê, Tertûs, Hums û gundewarê Hemayê derketine, ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwepêşandan berhema binpêkirin û sûcên li dijî sivîlan û paşguhkirina hêzên ewlekariyê bûn.

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên niştimanî yên siyasî, civakî û sivîl hat kirin ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin ku xwepêşandanan ji çarçoveya aştiyaneyî û niştimanî dernekevin û nebin, pêşî li veguhartina daxwazan bigirin û nehêlin xwepêşandan bibin sedema dabeşbûna taîfî û mezhebî.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev xwepêşandan ji bo teqezkirina nirxên welatîbûn û edaletê û redkirina taîfîperestiyê, derfet in.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina xebatê bi hemû hêzên dilsoz re ji bo ku xwepêşandan dengê tevahî Sûriyeyî bimînin û ji armancên xwe dûr nekevin, hat dayîn.