Piştî banga xwepêşandanan li bajarên peravê tevgera leşkerî

Piştî Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriyeyê û Dîasporayê Şêx Xezal Xezal li dijî êrîşên li ser taxên Elewiyan banga xwepêşandanên aştiyane kir, li herêmên peravê tevgera leşkerî zêde bûn.

Serkêşê rûhanî yê Elewiyan û Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Dîasporayê Şêx Xezal Xezal li dijî binpêkirinên li ser Elewiyan têne kirin, duh banga xwepêşandanên aştiyane kir.

Piştî banga Xezal jî îro li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê hişyariyeke ewlehiyê û seferberiyek heye. Li Hemayê û deverên Selheb, Dêr Şimêl, Nehr El Barid û Siqiliyayê bend hatine danîn û hêzên leşkerî lê hatine bicihkirin.

Di medyaya dîjîtal de piştgiriya banga rêveberên Elewiyan hat kirin, lê di rûpelên alîgirên hikûmeta veguhêz de gefên êrîş an kuştinê li kesên ku xwepêşandanan.