Li Hûms û Hamayê çalakî

Li bajarên peravî yên Sûriyeyê li Hûms û Hamayê gel bi daxwaza rêveberiya nenavendî, federasyon û bidawîkirina tundiyê çalakiyan lidar dixe.

Bi daxwaza federalî, nenavendîtiyê û redkirina tundiyê li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê, xwepêşandan pêk hatin. Di van kêliyan de li Çerxerêya El Ezherî ya Laziqiyê, bajarê Ceble, gundewarên Hemayê û taxa El Zehra ya Humsê xwepêşandanan dest pê kiriye.

Xwepêşandêran daxwaza federalî, nenavendîtiyê kir û tundî red kir. Xwepêşandêran helwesta serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan Xezal Xezal hembêz kir.

Ev tevgera gel, di çarçoveya bilindkirina daxwaza pêkhateya Elewî ya li dijî bûyerên tundiyê yên vê dawiyê ku li peravê û taxên Humsê çêbûne, pêk tên.

Li herêmên xwepêşandan li dar ketine, ji sibehê ve tevgera hêzên hikumeta veguhêz zêde ye.