ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hêzên hikumeta veguhêz gule li xwepêşandêran reşandin
Hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê gule li girseya gel reşandin ku bi daxwaza federasyon, nenavendîbûn û rabûna li ber tundiyê daketibû qadan. -
QSD: Hevrêyê me Gabar şehîd bû
Şervanê QSD'ê Gabar Kobanê 10'ê Mijdarê ji ber qezayeke leşkerî şehîd bû. -
Li Hûms û Hamayê çalakî
Li bajarên peravî yên Sûriyeyê li Hûms û Hamayê gel bi daxwaza rêveberiya nenavendî, federasyon û bidawîkirina tundiyê çalakiyan lidar dixe. -
Piştî banga xwepêşandanan li bajarên peravê tevgera leşkerî
Piştî Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriyeyê û Dîasporayê Şêx Xezal Xezal li dijî êrîşên li ser taxên Elewiyan banga xwepêşandanên aştiyane kir, li herêmên peravê tevgera leşkerî zêde bûn. -
'Bi banga Rêber Apo re pêvajo bi ser ketiye'
Yek ji welatparêzên li Kobanê ku Rêber Apo dîtibû Ebdilrehman Şêx Demir destnîşan kir ku bi banga 27’ê Sibatê re pêvajo bi ser ketiye û got, “rêya Rêber Apo teqez rêya serketinê ye.” -
YPG'ê fermandarê serfiraz Masîro Xabûr bi bîr anî
YPG'ê fermandarê serfiraz ê berxwedana Kobanê Masîro Xabûr bi bîr anî û got " Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li tevahiya gelên Sûriyeyê belav bûye bêguman hevalê Masîro bi xwe ye." -
Îsraîl careke din kete nava Quneytrayê
Artêşa Îsraîlê kete herêma Til Kirum a li bejahiya Quneytrayê û destûrê nade ku gel xeta avê sererast bike. -
Şêx Xezal Xezal: Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesabên mezhebî
Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku welat veguheriye qada tesfiyekirina hesabên mezhebî û anî ziman ku hikûmeta demkî pêkhateya sunnî di siyaseta xwe de bi kar tîne. -
Li Helebê ji bo 2 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo gerîlaya HPG’ê Axîn Xabûr û şervanê QSD’ê Emîn Gabar merasîma xiyabî li dar xist. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komando Ebas (Mihemed Nur Terbûş) ku di 23’yê Adara 2025’an de şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet li Kobane hat veşartin. Çar gerîlayên HPG’ê yên ku berê şehîd bûbûn jî hatin bibîranîn. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd Elaa Îbrahîm El Farisli Til Hemîsê hat veşartin. -
QSD’ê nasnameya 4 şervanan ragihand
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, ragihand. -
Li Hûmsê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin
Hikumete Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku li hin taxên Hûmsê qedexeya derketina derve ya li ser rûdana rageşiyê hate ragihandin heta îro saet 17:00 hatiye dirêjkirin. -
Daxwaza parastina navneteweyî ji bo herêmên naverast û rojavayê Sûriyeyê hat kirin
Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê daxwaza parastina navneteweyî ji bo herêmên naverast û rojavayê welêt kir. -
Li Humsê serdegirtina gund û gefên kuştinê
Komeke çekdar ya eşîrên bedewî bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin. -
Dîmenên êrîşên li dijî Elewiyên li Humsê
Di dîmenên ku li medyaya dijîtal hatin parvekirin de, diyar dibe ku komên çekdar bi awayekî bêserûber guleyan li taxên sivîlan ên li Humsê dibarînin û bi dehan zilam bi çekên giran xwe ji bo êrîşê amade dikin. -
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya Siwêdayê bi alîkariya lezgîn heye
Heyva Sor a Kurd diyar kir ku êrîşên ku ji Tîrmeh 2025’an ve li Siwêdayê dewam dikin, rê li ber krîzeke mirovî ya mezin vekiriye û ragihand ku pêdiviya herêmê lezgînî bi alîkariyên xurek, tenduristî û alîkariyên bingehîn heye. -
Meclîsa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrîşên li ser Humsê kir
Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li dijî taxên Humsê rawestînin. -
Şandeya Civaka Êzidî, Rêber Apo silav kir û diyariya wî wergirt
Şandeyek ji Civaka Êzîdî ya li Sûriyeyê ji bo silavdayîn û girtina diyariya Rêber Apo ya ji civaka Êzidî re, serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê kir. Di serdanê de şandeyê şanazî û serbilindahiya xwe ya ji bo Rêber Apo da. -
Li Humsê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Piştî ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser taxa El Muhacirîn a Humsê de ciwanekî mir û 12 kes birîndar bûn, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya berfireh li Humsê ragihand. -
Li Kobanê şehîdên meha Mijdarê hatin bîranîn
Li Kantona Firatê bi dehan malbatên şehîdan şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê xwedî li mîrateya wan derbikevin. -
Rojnameya Ronahî jinûve dest bi weşanê kir
Rojnameya Ronahî ku ji ber sedemên teknîkî navber dabû weşana xwe, ragihand ku car din dest bi weşanê kiriye. -
48 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
48 endamên ku dewreya xwe ya perwerdeyê temam kirin, tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. -
Êrîşî Taxa Muhacîrîn a Humsê hate kirin
Komeke çekdar êrîşî Taxa Muhacîrîn a Humsê dike. Kom gule li sivîlan direşîne û kargehan jî talan dike. -
QSD: Hikûmeta demkî li Dêrazorê êrîş kir, em ê tedbîrên pêwîst bigirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrîşî xalên wan ên leşkerî kiriye û destnîşan kir ku ew ê ji bo rawestandina êrîşan tedbîrên pêwîst bigirin.