Cenazeyê şehîd Sîpan Cûma hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Sîpan Cûma bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Sîpan Cûma bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Bi dehan kes ji şêniyên bajarê Tirbespiyê şervanê QSD`ê Sîpan Cûma ku di 9`ê Kanûnê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr ya li gundê Dugur oxir kir.
Şêniyên bajar, endamên saziya, malbatên şehîdan, partiyên siyasî û ên leşkerî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de bi navê Melisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Selma Xelîl diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê her bihostek ji axê wê bi xwîna şehîdan hatiye parastin û got: “Îro dijmin ji vê kombûna me ditirse û dibe kelem û dikeve dilê dijmin, ji ber ku dijminê me ji îradeya gelê me û şehîdan ditirse. Em soz didin rêya wan dewam bikin."
Endamên Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê Çekdar Tirbespiyê jî axivî û got: “Wek meclisa leşkerî, dema ku hevalekî me şehîd dikeve, em soza xwe pê re nû dikin û çeka wî li erdê nahêlin û israra me ya berxwedanê bi hêztir dibe.”
Li ser navê malbata şehîd Sîpan jî apê wî Ebdulxenî Cûma diyar kir ku ew serbilind in û soza domandina rêya wî da.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.