Desteya Rêveber û Berdevka YRJ'ê diyar bûn
Meclîsa Yekîtiya Çapemeniyê ya Jinê (YRJ) piştî kongreya xwe ya 5'emîn civîna xwe ya destpêkê lidar xist û endamên desteya rêveber û berdevka xwe hilbijart.
Meclîsa Yekîtiya Çapemeniyê ya Jinê (YRJ) piştî kongreya xwe ya 5'emîn civîna xwe ya destpêkê lidar xist û endamên desteya rêveber û berdevka xwe hilbijart.
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi daxuyaniyek li ser Facebookê xwe da diyar kirin ku wan îro li bajarê Qamîşlî yê kantona Cezîrê civîna xwe ya yekem li darxistiye.
Di civînê de ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, di encama dengdanê de Mediya Umer, Neda Muhemed, Rebîa Eto, Emel Muhemed, Şînda Ekrem, Zîlan Ebdo, Dîlan Osman, Arîn Siwêd, Hiyam Abdulla, Yara Muhemed, Hewlêr Hekîm, Evîn Yûsiv, Ciwana Cuma, jiyan Koçer û Sîlva Ibrahim, ji bo destya rêveber, hatin hilbijartin.
Her wiha Emel Mihemed wek berdevka YRJ`ê li şûna Arîn Siwêd hat hilbijartin.