Li Tedmurê 2 leşkerên Emerîkî jiyana xwe ji dest dan: QSD’ê êrîş şermezar kir

Hat ragihandin ku di êrîşa Tedmurê ya Sûriyeyê de du leşkerên Emerîkî û sivîlek jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn. QSD’ê êrîş şermezar û sersaxî xwest. QSD’ê daxuyand ku têkoşîna li dijî rûxistinên terorsît wê bidomin.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku  2 leşkerên Emerîkî û wergêrekî sivîl ê Emerîkî jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha ragihand ku 2 leşker û sivîlekî Emerîkî di kemînekê de ji aliyê çekdarekî tenê yê DAÎŞ’ê ve li Tedmurê, naverasta Sûriyeyê hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne, û da zanîn ku hêzên Amerîkî bi çekdar re şer kirin û ew kuştin.

QSD'Ê ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî êrişa li ser dewriyeya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li nêzî Tedmurê, ku bû sedema kuştina 2 leşkerên Amerîkî û sivîlekî, û birîndarbûna 3 kesên din, daxuyaniyek weşand û sersaxî ji artêş û gelê Amerîkî re xwest.

QSD`ê êrîşa "terorîst" şermezar kir û diyar kir ku hêzên wan, bi hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, dê rê nedin "rêxistinên terorîst" ku dîsa kom bikin yan ewlehiya herêmê û cîhanê ji nû ve têxin xeteriyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bersiva li dijî kesên ku êriş pêk anîne û piştgirî dane wê dijwar û rasterast be.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku QSD`ê hêza xwe ya têkbirina binesaziya leşkerî ya çeteyên DAÎŞ'ê û tunekirina rehên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat kiriye. Her wiha diyar kir ku ew amade ne, şerê li dijî terorê li her deverek axa Sûriyeyê berfireh bikin û bêyî dudilî û, ji bo tunekirina wê li her deverê ku lê hebe, têbikoşin.

QSD'ê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bo malbatên û hevalên qurbaniyan nîşan da û ji birîndaran re başbûna bi lez hêvî kir.