Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike

Hêzên hikûmeta demkî bendên kontrolê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîn û dewriyeyên xwe pir kirine. Her wiha rê nade ku sotemenî û gelek madeyên din derbas bibe.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bendên kontrolê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîn û dewriyeyên xwe pir kirine, bi taybet li pêşiya bendên hevbeş yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hikûmeta demkî zêde kirine.

Hat ragihandin ku ev bend û dewriyeyên hikûmetê rê nadin ku madeyên sotemeniyê û yên avahiyê, derbasî taxan bibin, tevgera şêniyan asteng dikin û tê gotin ku gelek kes hatine revandin.