Li Siwêdayê ciwanek hate kuştin

Li Siwêdayê di êrişeke çekdarî de ciwanek hate kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Şeva Çarşemê kesên nenas ku li erebeyekê siwar bûbûn, li nêzî Çerxerêya El Umran a li navenda bajarê Siwêdayê gule berdan komeke Kesan û di encamê de ciwanek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku ciwanê bi navê Newres Nasir mirî gihaşt nexweşxaneyê, ciwanên bi navê Qeys Reşîd, Hazim Ebû Seîd û Yezen Xidêr jî birîndar bûn.

Heta niha nasnameya kesên êrişkar nehatiye naskirin.