Şehîd Azadî Helebce hate veşartin

Endama Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervana YPJ'ê şehîd Azadî Helebce bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Tilkoçerê îro cenazeyê şervana YPJ’ê Azadî Helebce (Helebce Bekir) li Pakrewangeha Şehîd Xebat a li Dêrikê spart axê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sureya Hebaş axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Endamê Federasyona Birîndarên Şer Siwar Hesen jî axivî û got: "Me parçeyek ji laşê xwe da ji bo parastina gelê xwe û em amade ne ku canê xwe jî bidin ji bo pêkanîna jiyana hevbeş ji bo hemû gelan."

Hesen wiha pê de çû: "Tevî birînên xwe, şehîd Azadî vegeriya nava têkoşînê da ku gelê xwe biparêze û planên dijmin têk bibe, ew bû mînaka jinên azad."

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Seîd Koçer jî got: "Şehîd her tim li eniyên pêş şer dikir, mafên gelê xwe, bi taybetî mafên jinan diparastin. Wê qet dudilî nekir ku têkoşîn û berxwedanê bike heta ku ji bo zadkirina jinan û gelê xwe şehîd bû.”

Piştre belgenameya şehadetê ya şehîdê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.