Liv û tevgera hêzên Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê dewam dike

Hêzên Îsraîlê li xeta sînor a başûr a Sûriyeyê liv û tevgera xwe ya leşkerî dewam dikin.

Êvara 7'ê Kanûna 2025'an yekîneyeke artêşa bi 3 wesayitên leşkerî ji xala Ednaniye ber bi gundê Mişêrfê ve bi rê ket. Yekîneyê piştre rêya xwe ber bi gundê Qebûyê ve dewam kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) serdana bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê kir. UNDOF’ê di çarçoveya mîsyona xwe de şopên êriş û binpêkirinên Îsraîlê şopandin û zerarên wê jî belge kirin.

Artêşa Îsraîlê 28’ê Mijdarê derbasî bajarokê Beyt Cin yê gundewarê Şamê bibû û çend kes binçav kirin, ev yek bû sedem ku şer û pevçûn pêk werin di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.