Mazlûm Ebdî wê biçe Şamê

Berdevkê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê dê biçe serdana Şamê û got, têkildarî entegrasyona QSD’ê ya nava artêşa Sûriyeyê, navbera her du aliyan têgihiştineke hevpar heye.

HEVDÎTINÊN QSD’Ê

Berdevkê Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî roportaj da televîzyona Al Arabiya ya Siûdî Erebistanê û têkildarî hevdîtinên ku di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê didomin, nirxandin kirin.

Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê wê biçe serdana Şamê û got, “Têkildarî mijara ku QSD divê entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe, em hemfikir in. Têkildarî vê yekê bi Şamê re xalên me yên hevpar hene.”