Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîda xwe spart axê

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Fedwa Mihemed El Kurdî spart axê.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şehîd Fedwa Mihemed El Kurdî (57) ku di êrişa komên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di 22’yê Kanûnê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan a li herêma Şeqîf spart axê.

Endamê Melisa Olî Şêx Omer El Şamî û hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Helebê Nehla Mistefa di merasîmê de axivîn.

Omer El Şamî diyar kir ku ger Şêxmeqsûd û Eşrefiye ewle bin, wê demê Heleb ewle ye. El Şamî her du tax wek nimûneya jiyana hevbeş nîşan dan. El Şamî her wiha banga bidawîanîna şerê navxweyî kir û daxwaz kir ku “li şûna zimanê çekan, zimanê diyalogê û jiyaneke hevbeş were bikaranîn”.

Nehla Mistefa jî diyar kir ku şehîd Fedwa di nava şêniyên taxa xwe de bi dilovanî û karaktereke baş dihat nasîn. Nehlayê da zanîn ku jinên her du taxan dê ji bo pêkanîna xwestekên şehîd Fedwa yên ji bo aştiyeke dadperwer a li ser bingeha rêzgirtina civakan bixebitin.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Fedwa El Kurdî spartin axê.

Kurê şehîd Fedwa Mihemed El Kurdî yê bi navê Şadî Beradî di sala 2013`an de di encama êrişên balafirên rejîma Baasê de li taxa Şêxmeqsûdê şehîd bûbû.