Xezal: Nenavedîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye

Şêx Xezal Xezal banga rawestandina sûcên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku nenavendîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye.

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal di dîmeneke bideng de diyar kir ku qetilkirin û binpêkirinên sîstematîk ên li dijî civaka Elewî asta xwe derbas kir, bi tu hincetî nayê tehmlûmkirin û qebûlkirin. Xezal destnîşan kir ku li gel provokasyon û binpêkirinan wan aramî û xweragirî hilbijartiye, lê wê dawiya vê seberê were.

Şêx Xezal banga rawestandina tevahî sûcan, êrişên li dijî sivîlan li Dêra Beibede ya gundewarê Ceble û vekişîna demildest ji herêmê kir. Şêx got hikumeta veguhêz berpirsa yekser a her rageşî yan jî krîz an jî tu şerekî were kirin, e.

Şêx Xezal bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî, mirovî û exlaqî li hember êriş û binpêkirinên li ser pêkhateya Elewî rabin.

Di dawiyê de Şêx Xezal anî ziman ku ger ev sûc û binpêkirinên ranewestin ew ê ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê dakevin qadan. Şêx Xezal got "Nenavedîbûn rêya derketina pêkhateya Elewî û sûriyeyiyan ji kaosê ye."