Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên koalîsyonê li dijî DAÎŞ’ê operasyon lidar xist

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî li rojhilatê Reqayê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku ji 2 kesan pêk dihat, operasyon lidar xist.

OPERASYONA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku li hember şaneyeke DAÎŞ’ê ku ji 2 çeteyan pêk tê, operasyonek lidar xistiye. Li gorî daxuyaniyê operasyon bi hevkariya Koalîsyona Navnetweyî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me bi beşdarbûn û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek li devera Cedîde ya li rojhilatê Reqayê pêk anî û 2 endamên şaneyên DAÎŞ’ê kirin armanc. Ev operasyon piştî vê yekê hat ku hêzên me agahiyên piştrast wergirtin ku nîşan didin ew plan dikin ku êrîşên terorîstî pêk bînin.”

JINEK JIYANA XWE JI DEST DA

Hate diyarkirin ku di dema serdegirtinê de, çeteyan gule berdane hêzên wan û li ser vê yekê pevçûn derketiye. Fermandariyê da zanîn ku li devera pevçûnê jinek birîndar bûye û piştî demekê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest daye.