Li 11 navendên Cizîrê êrîşa Şamê ya li dijî Pakrewangeha Şehîdan hat şermezarkirin

Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê li êrîşa komên hikumeta veguhêz li dijî Pakrewangeha Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û hevgirtina xwe bi xelkê her du taxan re nîşan da.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyan êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi taybetî li dijî Pakrewangeha Şehîdan ên her du taxan şermezar kirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, bi amadebûna malbatên şehîdan, endama meclisê Ezîze Hesen daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar xwend.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Li kampa koçberên Serêkaniyê jî endama meclisê Şêrîn Hacî daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên li kampê û koçberan xwend.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê, bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyan, endama meclisê Ceylan Hemo daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê xwend.

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birak ji aliyê hevseroka meclisê Buşra El Heloş ve, li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî hat xwendin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê, endama rêveber a Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Weed El Faris li pêş avahiya meclisê bi amadebûna bi dehan malbatan, daxuyanî xwend.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temirê daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsif ve li pêşiya avahiya meclisê hat xwendin.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa, daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kerîme Şêxmûs ve, li pêşiya Şaredariya Gel hat xwendin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî daxuyaniyeke hevbeş a Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat xwendin.

DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Mehmûd Resûl ve hat xwendin.

AMÛDÊ

Li Amûdê daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Ebdulqadir Mûsa ve hat xwendin.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê jî ji aliyê hevserokê meclisê Xalid El Nayif ve daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku êrişên komên hikumeta veguhêz û hedefgiritina Pakrewangeha Şehîdan a taxên Şêmxeûqsûd û Eşrefiyê êrişên barbarî ne, dûrî elxaqî û mirovahiyê ne. Di pakrewangehê de şehîdên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din hene, wan şehîdan di dirêjahiya 15 salan de parastina nirxa civaka Sûriyeyê û hurmeta axa wê kir.

Di dawiya daxuyaniyan de hat gotin ku roj bi roj komên hikumeta rûyê xwe yê rast aşkera dikin, hewl didin komkujiyên li dijî Elewî û Siwêdayê kirine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li taxên Helebê jî dubare bikin. Malbatên şehîdan hevgirtina xwe bi gelê her du taxan re nîşan da û berxwedana wan silav kir.