Şehîd Çiyarûs hate veşartin
Endamê Hêzên Komando yên QSD'ê şehîd Çiyarûs (Esmer Silêman) li Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin.
Endamê Hêzên Komando yên QSD'ê şehîd Çiyarûs (Esmer Silêman) li Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Çiyarûs (Esmer Silêman) ê merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan li dar xist. Şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgitin dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Mihemed Olo axivî. Mihemed Olo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda dikin, ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernadin."
Şervanê QSD’ê Yasir Osman jî di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ’’şehîd Çiyarûs ji malbateke welatparêz bû ku girêdayî ax û gelê xwe bû di rêya parastina welatê xwe de berdêl dane.’’
Osman anî ziman ku dê şopdarên rêya şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, divê em jî xwediyê vê sekna niha bin û em li hember dagirkeran bisekinin."
Paşê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Silêman Elî axivî û got: "Em şehîdê xwe oxirî axa pîroz dikin. Em bi saya berxwedana wan a bêhempa li vir in."
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Çiyarûs hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan û dirûşma ’Şehîd namirin’’ spart axê.
Şervanê QSD’ê Çiyarûs (Esmer Ehmed Silêman) 19’ê kanûnê (2025) dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke leşkerî de li çiyayê Kezwanan a bajarê Hesekê şehîd bû.