Li Helebê bîlanço giran bû: 1 jê zarok 4 kes şehîd bûn û 26 kes birîndar bûn

Bombebarana Hikûmeta Demkî ya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêde dewam dike. Heta niha di êrîşan de 1 jê zarok û 2 jê jin, 4 kes şehîd bûn û hejmara birîndaran jî gihîşt 26’an.

Komên girêdayî hikumeta demkî bi çekên giran, top û tankan êrişên dijwar li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ku tê de zêdetirî 600 hezar welatî hene, pêk tînin.

Ev kom bi awayekî bêserûber her sê taxan topbaran dikin, bi taybet deverên "Mexsela Cezîrê (şûştingeha Cezîrê), Feroc Emar, Mizgefta El Hesen, Mizgefta Şêxmeqsûd a Mezin, kolana nivînan a Eşrefiyê, Kolana 15, Kolana 20, Qada Şehîdan, Şiqeyêf, Seken Şebabî, taxa Marûf". Bi wê re zirarên mezin bi malên welatiyan bûn.

Di van êrîşan 4 kes di nav de zarokek û 2 jin şehîd bûn, 26 kes di nav de zarok û jinan birîndar bûn, navên wan wiha ne:

Navên şehîdan:

Fatme Hemade (41)

Masûd Fayif Ebdo (30)

Corc Xewam (42)

Zarokek ku navî wî nehatiye hînkirin.

Navên birîndaran:

Îvan Ebdo (2)

Şam Dilo (3)

Şerfî Seydo (52)

Mihemed Hebîb (82)

Eslan Bekir (18)

Elî Eslan Muslim Bîlal (17)

Şervan Ebdo Mamo (17)

Hesen Mihemed Îd Qortan (30)

Mihemed Şêx Kêlo (70)

Remzî Kêlo (18)

Mihemed Hisên Bekir (23)

Xedîce Elûş (47)

Şêro Mihemed Hisên (44)

Mihemed Nûr Şobek (26)

Mihemed Îbiş (21)

Hemîd Hebeş (74)

Îbrahîm Mihemed Reşîd (34)

Hêvîn Omer (29)

Dîme El Hisên (85)

Mistefa Ebdulhemîd Hesen (38)

Erselan Elo (75)

Rifet Mihemed Elo (64)

Mesûd Elî Kurka (18)

Ebdulezîz Dawûd (24)

Receb Ebdulfetah (13)

Nûr Xelîl (29)

Di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyên wan taxan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bersiva tevahî êrişan da û 5 hewlên ketina taxan têk birin, di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên komên hikumeta demkî çêbûn.

Komên hikumeta veguhêz bi tank û çekên giran êrişî her du taxan dikin, ev yek jiyana welatiyan dixe xeteriyeke mezin.