Ji ber êrişên li Helebê nexweşxaneyek ji xizmetê derket

Çeteyên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta veguhêz a Şamê de ne, yekser bombe li Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê barandin. Lewma xizmetên nexweşxaneyê sekinî.

Li gorî ajansa ANHA'yê  di encama topbarana li dijî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de ji hêla komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de, nexweşxane ji xizmetê derket.

Komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin.

Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.