Xelkê Dirbêsiyê piştgirî da şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrişên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên ser bi hikumeta Şamê yên li hemberî herêmê, daket qadan. Berxwedana şêniyên herdu taxan hate silavkirin.
Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrişên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên ser bi hikumeta Şamê yên li hemberî herêmê, daket qadan. Berxwedana şêniyên herdu taxan hate silavkirin.
Bi dehan kes ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên komên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bajarokên Dêr Hafir û bendava Tişrînê daketin qadan.
Şêniyan ku alên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana her du taxan berz kirin, bi erebeyan di nava kolan û qadên bajar geriyan.
Herî dawî li qadekê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şêniya bi navê Fadiya Şêxo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên komên hikumeta demkî hatin şermezarkirin û peyama piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dayîn.
Hate gotin "Tu kes nikare vîna gelê berxwedêr ê ku şerê gel ê şoreşgerî esas girtiye, bişkîne".