Êrişên li ser Şêxmeqsûdê: 1 şehîd, 2 birîndar

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê ragihandin ku komên ser bi hikumeta veguhêz çar caran li pey hev êriş birin ser taxa Şêxmeqsûdê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser taxa Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin "Çekdarên girêdayî wezareta parastinê ya demkî di 24 saetên dawîn de 4 caran li pey hev êrişî taxa Şêxmeqsûdê kir. Di encama êrişan de welatiyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn. Her wiha zerarên mezin li milkan bûn. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiveke xurt da êrişan û me 2 nuqteyên komên çekdar kirin hedef."

Di daxuyaniyê de hate gotin ev êriş binpêkirineke nû ya agirbesta bi armanca parastina sivîlan e û wiha bi dawî kir "Em teqez dikin ku wê bersiva me di çarçoveya parastina rewa ya giyanên sivîlan û milkên wan de bimîne. Em bang li hemû aliyan dikin ku rêzê bidin mafên sivîlan û cihên niştecihbûnê nekin hedef."