Du şehîd li Hesekê hatin veşartin

Şervanê QSD'ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) û Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El hemze li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê QSD’ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) ku 3’yê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû û endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El Hemze yê ku 4’ê vê mehê jî dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, merasîma cenaze li Pakewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef axivî û diyar kir ku keda şehîdan û berdêlên ku dane bingeha jiyana îroyîn e û sedema jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku sala 2025’an sala berxwedan û berdêlan bû. Selmo bal kişand ser berxwedana bendava Tişrînê jî û got: "Berxwedana bendava Tişrînê peyama bi îradeya gel û berdêlan dê planên li dijî herêmên me têk biçin da dijmin û tevahiya cîhanê."

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşman spartin axê.