2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku di pevçûnên vê êvarê yên navbera hêzên wan û komên girêdayî hikumeta demkî de 2 endamên wan birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnên navbera hêzên wan û komên hikumeta demkî de 2 endamên wan birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê radigihînin ku piştî ku hêzên me di çarçoveya mafê rewa yê parastinê de bersiva çavkaniyên êrişan da, vê êvarê 2 endamên me di pevçûnên navbera hêzên me û komên çekdar ên girêdayî hikumeta demkî de birîdnar bûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar dikin ku hêzên me di pêkanîna erkên xwe yên parastinên welatiyan, ewlehî û pergala herêmê de dewam dikin û wê maf û ewlehiya xwe li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin."