Hêzên Şamê careke din êriş birin ser taxên Kurdan

Komên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi droneyê êriş bir ser taxa Şiqeyf a Helebê û li gel eniya Kastelo derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tankan bombe kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê li ser êrişên komên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê agahiyên nû parve kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku komên çete bi droneyeke xwekuj bombe li taxa Şiqeyfê, her wiha derdora eniya Kastelo û derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tankan bombe kirine.

Hate ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan êrişan, rewşê dişopînin û ji bo parastina sivîlan tedbîr wergirtine.

Doh piştî nîvro di êrişên li ser herdu taxan de 4 kes hatin qetilkirin, 38 kes jî birîndar bûn.