Foza Yûsif: Êrîş xizmetê hêzên ku dixwazin li Sûriyeyê şerê navxweyî derxin dike

Foza Yûsif diyar kir ku êrîşên çeteyên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê yên li Helebê djî taxên Kurdan binpêkirina Peymana 1’ê Nîsanê ye û destnîşan kir ku ev êrîş xizmeta aliyên ku dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê derxin, dike.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser rûpela xwe ya Xˊê nivîsek têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yên Helebê de parve kir.

Foza Yûsif ev nivîs parve kir: "Êrîşên bi çekên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla komên girêdayî hikumeta demkî ve binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê û mafên şêniyên wan taxan e. Ew êrîş tenê xizmeta aliyên ku dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê gur bikin, dike. Ji lew re divê dûrketina ji van pêkanînan berpirsiyariyeke neteweyî ye."