ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
TKŞ: Em ê axa şoreşê bi rihê berxwedanê biparêzin
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) êrîşên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û got, “Rihê berxwedana Tişrînê, îro ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê heta hemû bajarên Rojhilata Navîn belav dibe.” -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn îdiayên ‘korîdora ewlehiyê’ derevand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku îdiayên ku dibêjin korîdorên ewlehiyê hatiye xwestin, ne rast. -
Yekîtiya Jinên Kurd ên Ewropayê êrîşên li ser Rojava û Rojhilat şermezar kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Ewropayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û êrîşên rejîma Îranê li dijî xwepêşandaran şermezar kir û daxuyand ku bi van êrîşan re jiyana bi rûmet û hewldanên aştiyê hedef tê girtin. -
Li bakurê Şêxmeqsûdê 2 tankên din jî hatin îmhakirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê 2 tankên din îmhakirin. -
Ji fermandarên Helebê Axîn Nûcan: Îradeya me ji tank û topan xurttir e
Ji fermandarên ku di nava hêzên parastina Helebê de cih digire, Axîn Nûcan diyar kir ku çete reviyane û got, “Em ê bi ser bikevin. Gelê me bi me re ye.” -
Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xurt
Di çalakiyên protestokirinê û daxuyaniyên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana li taxên Helebê hate silavkirin û peyama ku êrîş nikarin îradeya gelan bişkînin, hate dayîn. -
Li Helebê êrîş didomin: Sivîlek din şehîd bû û dironek bombekirî hat xistin
Êrîşên li ser taxan di roja sêyemîn de dewam dike. Di encama bombebaranê de sivîlek hat qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dronek bombebarkirî xistin xwarê. -
Hikûmeta demkî rêya Asreya û Tebqayê girt
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê rêya Asreya û Tebqa ya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din ên welêt girt. -
Gelên Kantona Cizîrê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser piyan e
Li Kantona Cizîrê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi berxwedana li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meşiyan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Êrişên li ser taxên Siryan hate şikandin
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate ragihandin ku li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxa Siryan berxwedaneke xurt hate nîşandan û êriş hate şikandin. -
Li Helebê şerekî giran diqewime
Hate ragihandin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di navbera komên çete yên hikumeta veguhêz û hêzên parastina herdu taxan de şerekî giran diqewime. -
Bîlançoya dawî ya êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 10 şehîd, 63 birîndar
Bîlançoya êrişên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê yên li ser qadên sivîlan ên li Helebê giran dibe. Hate ragihandin ku 10 sivîl şehîd bûn, 63 jî birîndar bûn. -
Hevseroka Meclîsa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Piştgiriya gel wê planên dijmin têk bibe
Hevseroka Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman bang li gel kir ku li dora Hêzên Ewlekariya Hundirîn bicive û got, bi piştgiriya gel wê planên dijmin bê têkbirin. -
Li dijî sivîlên li Eşrefiyê û Benî Zêd êrîş: Şehîd û birîndar hene
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî êrîşê sivîlên li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de şehîd û birîndar hene. -
Li Helebê sekvanan sivîlek qetil kir
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê di êrişa sekvanan de sivîlek bi temen hate qetilkirin. -
Çeteyan navenda çandiniyê veguherandin baregeha şer
Komên çete yên girêdayî hikûmeta demki ya Şamê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, navenda çandiniyê veguherandin baregeha tank û çekên giran. -
‘Bi saya şehîdên me bendav bi ser ket’
Endamên tîma tenduristiyê û tîma ceyranê ku di encama êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bendava Tişrînê de gelek hevalên wan şehîd bûn, gotin ku ew bi saya hevrêyên wan ên şehîd bi ser ketine. -
Dîmenê xisara li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku çete 3 roj in êrişeke giran dibin ser, dîmenê xisarê hate kişandin. -
Çeteyan ji herêma Çerxerêya Şêxan êriş kirin
Çeteyên ku ji herêma Çerxerêya Şêxan a Helebê dest bi êrişê kirin, bi 5 wesayitên doçka li ser hewl dan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş şikandin. -
39 rêxistin û partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî êrişên li Helebê dan
39 rêxistin û partiyên li Sûriyeyê kar dikin bi daxuyaniyeke hevpar êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin. -
Ewlekariya Hundirîn: Bi hezaran çekdar û wesayîtên zirxî anîn, lê nekarîn bi pêş ve herin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihand ku êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome û got ku tevî bi hezaran çekdar û wesayîtên zirxî anîne jî nekarîne bi pêş ve herin. -
Çeteyan dibistan veguherandin baregeha leşkerî
Komên çekdar ên ser bi hikumeta veguhêz dibistanek li pêşberî taxa Şêxmeqsûdê veguherandin baregeheke leşkerî. -
Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şikandin: 4 wesayit hatin îmhakirin
Çeteyên ku bi çekên giran êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi berxwedana şêniyên taxan û hêzên ewlekariya hundirîn hatin şikandin. 4 wesayitên çeteyan ên çek li ser hatin îmhakirin. -
Êrîşên giran ên li Helebê didomin
Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji hêla dewleta Tirk ve tên destekkirin, bêyî navber êrîşê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin. Hat zanîn ku di encama êrîşa drona bombekirî de du sivîl birîndar bûn. -
Bîlançoya li Helebê giran bû: 8 şehîd, 55 birîndar
Bîlançoya êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde derket 8 şehîd û 55 birîndaran.