Li Helebê êrîş didomin: Sivîlek din şehîd bû û dironek bombekirî hat xistin

Êrîşên li ser taxan di roja sêyemîn de dewam dike. Di encama bombebaranê de sivîlek hat qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dronek bombebarkirî xistin xwarê.

Êrîşên komên çete ên dagirker ên ku ji hêla dewleta Tirk ve tên destekkirin û di bin serokatiya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê di roja sêyemîn de dewam dike. Ji destpêka êrîşan ku di 6’ê Çileyê de dest pê kirin, hejmara şehîd û birîndaran zêde dibin.

Di encama êrîşên komên çete ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de welatiyê bi navê Hikmet Toşo (27) şehîd bû.

Di encama êrîşan de ku sê roj in didome, hejmara şehîdan gihişt 11’an ku 2 ji wan zarok in û 63 kes jî birîndar bûn.

DRONEK BOMBEBARKIRÎ HAT XISTIN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê droneke din a bombebarkirî ya çeteyan xist xwarê. Heta niha 5 dron hatine xistin û tankek hat rûxandin.