Êrîşên giran ên li Helebê didomin

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji hêla dewleta Tirk ve tên destekkirin, bêyî navber êrîşê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin. Hat zanîn ku di encama êrîşa drona bombekirî de du sivîl birîndar bûn.

Çeteyên (Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sultan Murad) ên girêdayî hikûmeta demkî a Sûriyeyê di van kêlîkan de taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi tundî topbaran dikin.

ÊRÎŞA BI DRONA BOMBE BARKIRÎ

Çeteyên hikÛmeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan taxa Benî Zêd a Helebê topbaran kirin. Di dîmenan de jî xuya dibe ku 2 sivîl birîdar bûne û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin wan rakin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku di encama topbarana li ser taxa Eşrefiyê de agir bi mala welatiyek ketiye.

Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê rastî êrîşên çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê tên, di encamê de heta niha 8 kes şehîd bûne 57 jî birîdar bûne, di nav wan de jin û zarokê jî hene.