Ewlekariya Hundirîn: Bi hezaran çekdar û wesayîtên zirxî anîn, lê nekarîn bi pêş ve herin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihand ku êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome û got ku tevî bi hezaran çekdar û wesayîtên zirxî anîne jî nekarîne bi pêş ve herin.

Êrîşên li ser du taxên Helebê di roja sêyemîn de jî berdewam dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihandin ku bombebaranên şevê û dorpêçkirina giran hejmara şehîdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêde dikin.

8 ŞEHÎD, 57 BIRÎNDAR

Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku di encama êrîşên komên girêdayî hikûmeta Şamê yên bi top, roket, tang û dronan de, hejmara şehîdên sivîl gihîşt 8 û hejmara birîndaran jî gihîşt 57 kesan. Hêzên Ewlekariyê, da xuyakirin ku van komên çete bi taybetî cih û warê sivîlan hedef digirin û got ku li dijî sivîlan êrîşeke sîstematîk didome.

WESAYÎTÊN ZIRXÎ Û BI HEZARAN ÇEKDAR

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Bombebaran di şevê de zêde bûn; di dema ku firînên dronan berdewam dikirin, tank û wesayîtên zirxî yên nû li herêmê hatin bicihkirin û bi hezaran kesên çekdar di nav de biyanî jî hene, kom bûn. Dorpêçkirin û zexta li ser mirovan zêde bû.

NEKARÎN TU PÊŞKETINEK BI DEST BIXIN, JI BER VÊ YEKÊ ELEKTRÎK BIRÎN

Di encama berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn de komên çete nekarîn li ser xeta Castillo bi pêş ve biçin, ji ber vê komên çete serî li rêbazên cezayên kolektîf ên wekî qutkirina elektrîkê û astengkirina ketina xwarin û pêdiviyên bijîşkî dan.”

BOMBEKIRINA BÊSERÛBER Û BIRÇÎBÛNA SIVÎLAN…

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dan zanîn ku bi dorpêç, bombebarana bêserûber û birçîbûnê re hewl tê dayîn ku sivîlan bi van êrîşên rêxistinkirî teslîm bigirin.

JI BÛYERÊN KU DIQEWIME EM WAN BERPIRSYAR DIGIRIN

Em aliyên ku êrîş pêk anîn û hêzên ku piştgiriya wan dikin, ji hemû encaman tevî binpêkirina Peymana 1’ê Nîsanê berpirsyar digirin; Em diyar dikin ku berdewamkirina vê helwesta êrîşkar dê rê li ber encamên pir xeternak veke.”