Bîlançoya dawî ya êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 10 şehîd, 63 birîndar

Bîlançoya êrişên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê yên li ser qadên sivîlan ên li Helebê giran dibe. Hate ragihandin ku 10 sivîl şehîd bûn, 63 jî birîndar bûn.

ÊRIŞÊN LI HELEBÊ

Hate ragihandin ku di êrişên çeteyên hikumeta veguhêz ên Şamê de yên li ser taxên Şêmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd 3 sivîlên din birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li herêma Şiqêf a li bakurê Şêxmeqsûdê di encama êrişan de Xelîl Hec Mihemed (18), Hemîd Hemo Hibo (70) û Ayda Hemze Osman (12) birîndar bûn.

Hate ragihandin ku bombardûmana çeteyan li herêmên Şiqêf û Girê Katîlo dewam dike. Li gorî agahiyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersiv dan êrişan.